YEKÎ KAR KIR DU HEBAN XWE HELAK KIR

Bi navê Xweda…  Derheqê aqubeta çavbirçîtîyê de ezê hedîsekê bi we re parve bikim.  Resûlê Xweda ‘eleyhîsselam ji eshabê xwe re, behsa sê şexsên Benî îsraîlî kirîye. Her yek ji wan jî, kêmasî û qisûrê wan ê ku ji  berê fedî bikin di wan de hebûye. Şexsê yekemîn temamê laşê wî belek belek bûye. Şexsê duyemîn, keçel bûye. Û şexsê sêyemîn jî bi herdu çavan kor bûye. Xweda Teala ji bo van her sê ‘evdên...

YEKÎ KAR KIR DU HEBAN XWE HELAK KIR

Bi navê Xweda… 

Derheqê aqubeta çavbirçîtîyê de ezê hedîsekê bi we re parve bikim. 

Resûlê Xweda ‘eleyhîsselam ji eshabê xwe re, behsa sê şexsên Benî îsraîlî kirîye. Her yek ji wan jî, kêmasî û qisûrê wan ê ku ji  berê fedî bikin di wan de hebûye. Şexsê yekemîn temamê laşê wî belek belek bûye. Şexsê duyemîn, keçel bûye. Û şexsê sêyemîn jî bi herdu çavan kor bûye. Xweda Teala ji bo van her sê ‘evdên xwe îmtîhan bike melekekî di şiklê însan da ji wan re şandîye. 

Meleka ’ewil diçe ba zilamê ku laşê wî belek beleke û jê re dibêje: 

– Ey ‘evdê Xwedê! Gelo li vê dinyayê tiştê ku ti pir dixwazî bê cî çî ye? 

Zilam dibêje: 

– Tiştê ku ez pir dixwazim bê cî ma ewê çibe? Qey ti nabînî ku laşê min belek belek e. Kesên min dibînin ji min direvin û xwe ji min dûr dixînin. 

Melek bi destê xwe laşê wî miz dide, pêre pêre belekbûna wî winda dibe. Melek dîsa jê dipirse û dibêje: 

– Gelo ji bo tu jîyana xwe bidomînî kêfa te ji kîjan heywanî re tê? 

Mêrik dibêje: Kêfa min ji deveyan re tê.

Melek deveyeke li ber zayînê teslîmê wî dike. Dibêje Xweda bereketê têxê û jê xatir dixwaze diçe. 

Melek dûre diçe ba zilamê ku keçelokî bûye. Ji wî re jî dibêje: 

– Ey ‘evdê Xwedê! Gelo li vê dinyayê herî tiştê ku ti dixwazî bê cî çîye? 

Ê keçelokî jî dibêje: 

– Ya qencê Xwedê! Qey ti halê min nabînî ku dost û hevalên min taqet nakin nêzî min bibin. Tev ji min direvin.

Melek destên xwe di cîyê keçel dide. Ev jî ji halê keçelokîyê xelas dibe. Porekî gûr û bedew di serê wî de şîn tê. Melek ji wî re jî dibêje: 

– Gelo ji bo tu jîyana xwe bidomînî kêfa te ji kîjan heywanî re tê? 

Ew jî dibêje: 

– Kêfa min ji dewaran re tê. Melek, dewareke li ber zayînê didê. Dibêje Xweda bereketê têxê û xatir jê dixwaze diçe. 

Melek paşîyê diçe bal wî zilamê ku ji herdû çavan kor e. Ji wî re jî dibêje: 

– Ey ‘evdê Xwedê! Gelo tiştê ku ti pir dixwazî bê cî çîye.

Evê kor dibêje: 

– Ya qencê Xwedê! Ma qey ti nabînî ku ez çiqas naçarim. Bi tena serê xwe nikarim ti hewcehîyê xwe bi cî bînim. Daxwaza min dîtina bi herdû çavan e. 

Melek gava destên xwe dide ser çavên wî herdû çavên wî jî vedibin. 

Melek ji wî re jî dibêje: 

– Gelo ji bo tu jîyana xwe bidomînî kêfa te ji kîjan heywanî re tê? Ew jî dibêje: 

– Kêfa min ji pez re tê. Melek mêşineke li ber zayînê didê. Dibê Xweda bereketê têxê û xatir jê dixwaze diçe.  

Dûre gelek sal û zeman derbas dibin. Ew her sê zilam jî dibin xwedîyê zar û zêçan. Xweda Te’ala bereketê dixe nava heywanên wan. Û her sê zilam jî êdî hejmara heywanên xwe nizanin. 

Melekê wezîfedar carek dinê ji bo wan îmtîhan bike, yek bi yek diçe wan zîyaret dike. 

‘Ewil diçe ba zilamê ku laşê wî belek belek bibû. Melek dikeve şiklê kesên laş belek. Û li derîyê wî dixe. Xwedîyê malê, ti qîmet nadê û bi ma’dekî tirş jê re dibêje: 

– Gelo te xêre ti çi dixwazî? 

Melek dibêje: 

– Ez kesekî feqîr im. Ji xwe re li xwedan xêra digerim. Û ez li rê mame. Ji bo xatirê Xwedê, tu deveyekê bidî min. Da ku ez ji tengasiyê xelas bibim û bigihîjim welatê xwe.

Xwedîyê malê dibêje: 

– Ma qey min ev deveyan li çolê berhevkirîye. Ha ev hebûna min a ku tu dibînî min tev bi keda destê xwe civandîye. Û her roj gelek kesên wekî te tên tiştan dixwazin. De here oxir be ji te re. 

Melek dibêje: 

– Tiştê tê bîra min û ez te nas dikim, ti jî wextekî yekî xizan û laş belek bûyî. Îja îro jî ti li feqîran rehmê nakî. 

Zilam dibêje: 

– De here îş û karê xwe lo! Ez ji roja rojda maldar û bedew im.

Melek dibêje: 

– Ger ku tu derewan dikî, hêvîya min ji Xwedê tu dîsa bikevî halê xwe yê berê û bi xatirê te.  

Dikeve rê diçe ba wî zilamê ku keçelokî bû. Silav didê û ji wî re jî dibêje: 

– Ya ‘evdê Xwedê! Wekî tu jî dibînî ez kesekî feqîr û perîşan im. Ji bo ku ez bigihîjim welatê xwe, dixwazim tu dewareke xwe bidî min. Êzê ji te re duakar bim. 

Ê keçel jî, ji melek re dibêje: 

– Ey ‘evdê Xwedê! Cîyê ku ez mal û dewaran bidimê gelek in. Hema kî ji rê were bêje ez feqîrim û ez jî rabim mal û dewar bidimê dibe? Wê gavê ewê mala min mîrat bibe. Ji ber vê yekê oxir be ji te re. 

Melek jê re dibêje: 

– Bi qasî tê bîra min, wextekî tu jî wek min keçel û xizan bûyî. 

Zilam ji bo xwe bi ser xe dibêje: 

– Îja ev çi gotine! Ez ji bav û kalan de maldar im. Û malê min ê ku ez bidim te jî tine. Melek dibêje: 

– Ger ku tu derewan dikî, hêvîya min ji Xwedê tu dîsa bikevî halê xwe yê berê û bi xatirê te. 

Melek dîsa dikeve rê diçe ba zilamê ku bi herdû çavan kor bû. Silav didê û ji wî re jî dibêje: 

– Ya ‘evdê Xwedê! Wekî ku tu jî halê min dibînî ez kesekî feqîr û muhtac im. Ji bo ku ez xwe bigihînim welatê xwe alîkariya te dixwazim.

Zilam tê bal melekê ku xwe xistîye şiklê însan û jêre dibêje: 

– Wey ti bi ser çav û serê min re hatî. Kerem bike, were bibe mêvanê min. Gava min te dît, ez çûm rojên xwe yê berê. Lewra wextekî ez ji herdû çavan kor bûm. Û maldarîya min jî tine bû. Rojekê qencekî Xweda hate  ba min, bi destên xwe çavên min mizda û çavên min vebûn. Piştî wî jî mêşineke li ber zayînê da min. Ez bûm maldar.  Ji ber vê yekê here nava kerîyên min ê pez û çiqas ji te re lazim be bibe. 

Melek jê re dibêje: 

– Ez te pîroz dikim. Lewra tu di vê îmtîhanê de bi serketî û te kar kir. Malên te û kerîyên pezên te li te pîroz û bimbarek be. Ji ber ku te çavtêrî kir Xweda ji te razî bû.