SERENCAMA MEDRESEYAN LI HERÊMA BOTAN

Li Kurdistanê herêma Botan, serkela zanist û ‘îlmê bû. Bi sedan salan medreseyên herêmê ev rol û giringiya xwe domandine. Mîr û emîrên Bota, bi tevahî her yek di medreseyên herêmê de, li ber seydayekî çok dane û ji van seydayên qedirbilind ders girtine û perwerde bûne. Ji xwe meriv çaxê li herêma Bota digere, li her deverê herêmê, xirbe û medreseyên kevnar û kevneşopiyên medreseyan bala meriv dikişîne. Li Cizîra Bota; Medresa sor, zanîngeha...

SERENCAMA MEDRESEYAN LI HERÊMA BOTAN

Li Kurdistanê herêma Botan, serkela zanist û ‘îlmê bû. Bi sedan salan medreseyên herêmê ev rol û giringiya xwe domandine. Mîr û emîrên Bota, bi tevahî her yek di medreseyên herêmê de, li ber seydayekî çok dane û ji van seydayên qedirbilind ders girtine û perwerde bûne. Ji xwe meriv çaxê li herêma Bota digere, li her deverê herêmê, xirbe û medreseyên kevnar û kevneşopiyên medreseyan bala meriv dikişîne. Li Cizîra Bota; Medresa sor, zanîngeha ‘îlmê bû. Medreseyên din ên weke Medresa sor jî li herêmê hebûn.

Kesayetên weka Ebû’l Îz el-Cezerî, Melayê Cizîrî û sedan alim û zanyarên bi nav û deng, di medreseyên herêmê de perwerde bûne û di warê çand û edebiyat û zanistê de pêşîvantî ji însaniyetê re kirine.

Li hinek deveran medreseyên xweser jî hebûn belê piranî medrese, beşek ji mizgefta bûn li herêmê. Her mizgeftek, heman demî medrese bû jî. Her wiha melayên mizgeftan jî, mamoste û seyda bûn. Ji xwe li herêmê ji bilî mizgeft û medreseyan, cihekî din ji bonî perwerdehiyê jî tune bû. Herêma Bota, seranser bi medreseyan ava bû. Her seydayek hem melayê gund û cemaeta xwe, hem jî mamoste û seydayê medresa xwe bû.

Bi piranî debar û îdareya seyda û feqiyên herêmê, bi zekat û sedeqe û tayînên gundiyan dihate te’mînkirin. Her çi pirrê gundiyan ne maldar be jî, belê ji bonî feqî û seydayên medreseyan teqsîr û kêmasî nedikirin.

Gundiyên feqîr û muhtac, nanê li ser sifreya xwe, bi seyda û feqiyan re parve dikirin. Her seyda û feqiyek, ji gundiyan re wek nefsek ji malê dihate hesibandin. Têkilî û eleqeyên gundiyan û seyda û feqiyan, bi germî û ji dil û can bûn.

Her feqiyek çaxê dest bi xwendinê dikir, ewil dersa terbiye û edeb û me’rîfetê digirt. Edeba li hember seyda, edeba li hember feqiyên hevalên xwe û edeba li hember gundiyan.

Rêz û hurmet, gor temenê mezin û xwendina zêde dihate girtin. Kesekî temenê wî mestir, yan jî xwendina wî zedetir be, jê re rêz dihate girtin. Ev qa’îde û rêzikên medreseyan bû. Her feqiyek bi vê rêzik û edeb û terbiyê dixwend û dibû alim û zana.

Ji berê da pêşîvanên herêmê, bi taybet mîr û emîrên Bota, tev di medreseyên Kurdistanê de li ber destê seydayên medreseyan perwerde bûne û ders girtine. Bi şêwirmendiya alimên medreseyan îdarevaniya xwe birêve birine.

Bonî vê yekê ji teref mîrê Bota ve çaxê axayek yan jî mezinekî li herêmê dihate te’yînkirin, piranî li xwendin û perwerdehiya wî dinêrîn. Kesê ne xwenda û ne ehlê medresê, nedikirin pêşîvan. Ev rewş bi sedan salan zêde domiye. Belê di van sedsalên dawî de hêdî hêdî bi bandora fikriyata Ewropayê guhertin di nava gel û xanedana mîrên Bota de jî çêdibe. Exlaq û adabên medreseyan hêdî hêdi têne jibîrkirin. Bi vê guhertinê bêtifaqî dikeve nava xanedana mîrîtiya Bota bi xwe jî.

Paş hingê navbera mîrîtîya Bota û sultanê Osmaniyan de jî gengeşî çêdibe. Jiber vê yekê di hukumdariya mîrîtiya Bota de zeîfî çêdibe. Ev rewş jî dibe sebeba gengeşiya herêmê tevê. Ev guhertin bandoreke neyênî li herêmê çêdike.

Bi vê guhertinê, hinek axa û beg, di herêmê de dest bi zilmê dikin. Li herêmê axayên baş jî hebûn, belê giraniya wan kêm bû. Lewra kesek ji wan neditirsiya. Axayên xwedî hêz û zalim, bi tena serê xwe çi dixwestin, dikirin. Navbera pirrê axa û eşîran de reqabet û dijberî çêdibe. Li herêmê ewlehî jî namîne. Mixabin çaxê exlaqê medreseya di nava îdareyê de namîne, piştgiriya medrese û ya gel jî, ji wan re namîne. Ji xwe paş hingê mîrîtî û emîrtiya Botan jî hêdî hêdî ji holê radibe.

Bi têkçûna mîrîtiya Bota û mîrîtiya deverên din li Kurdistanê, valahiya îdarevaniyê çêdibe. Ev valahî, bi kêmasî be jî hinek terîqet û şêxên herêmê wê tije dike. Gel li dor şêx û terîqeta dicivîn. Lewra terîqet, ji wan re dibe ciyê ewlehî û êmnahiyê. Gelê bêkes bi vî awayî xwe ji zilma axayên zalim diparastin. Her çi şêxanî û terîqet, ne îdarevaniyeke sîyasî be jî, li herêmê pêşîvan û îdarevaniya gel, hêdî hêdî dikeve destê şêxên terîqetê. Wek şêxê Zêbarî, şêxê Berzencî, şêxê Nehrî, şêxê Basret, şêxê Norşîn, şêxê Pîran û wekî din, li her deverê Kurdistanê pêşîvaniya gel, birêveberiya şêxên herêmê dihate bikaranîn.

Ji xwe paş hingê, pêşîvantiya qiyam û serhildanan jî li Kurdistanê, pirranî bi rêveberiya ehlê îlmê û şêxên terîqetê hatiye bikaranîn. Li rojhilat Qazî Mihemed, li başûr Barzaniyan, li bakur şêx Seîd û li pirrê deverên Kurdistanê bi alîkarî û piştevaniya terîqet û ehlê ilmê serhildan çêbûne.

Paş têkçûna Osmaniyan, qewm û netewên bi xerbiyan re têkildar bûne û xwestekên wan bicî anîne, tev bûne xwedî dewlet û sitatû. Kurdan tenê xwestekên xerbiyan bicî nanîne û eva jî bûye rewşek neyênî û dijmintiya xerbiyan. Bi vê minasebetê Kurdistan, di navbera dewletên dagirker de tê parve kirin û dibe pênc perçe. Nerazîbûnên gel û tevê serhildanan jî bi bedêlek giran û bi komkujiyan têne bêdengkirin.

Rewş û rengê welêt wiha bû. Ji xwe di her dewr û zemanî de başî û xerabî, rahetî û zehmetî, tengî û firehî weka demsala li pey hev in û dikevine ciyê hevûdu. Jiyan, her û daîm di guhertinê de ye.  Roj û şev mînaka jiyanê ne. Jiyan carna roniye wek rojê, carna jî tari ye wek şevê. Belê her û her ne roj didome û ne jî şev.

Me hêvî heye ku rojekê ji Kurdan re jî bibe ronî û ev tarîtî here. Me hêvî heye, lewra her tişt vedigere ser eslê xwe. Eslê vî gelî jî,  exlaqê medresa û exlaqekî fitrî ye. Ji xwe bi bandora hinek tiştan; wekî modernîzmê, guhertin çê bûbe jî fitret xirab nabe û rojekê gel wê vegere ser fitreta xwe ya eslî.