SALÊN FETRETÊ YÊN KURDISTANÊ

“Fetret” bêjeyeke Îslamîye. Ji bo dema nabeyna du pêxemberan tê bikaranîn ku ji qewmê wê çaxê re pêxember nehatine şandin û ew qewm ji roniya tewhidê bêxeber mane. Lê êdî ji tevê rewşên di navberê de dimînin tê bikaranîn. Emê jî îro di vê nivîsê de behsa fetreta Kurdistanê bikin. Însanên di dema fetretan de jiyane, ji wan re du rû hene, rûyek sipî ye, ê dî jî gewr e. Rûyê spî ew e ku...

SALÊN FETRETÊ YÊN KURDISTANÊ

“Fetret” bêjeyeke Îslamîye. Ji bo dema nabeyna du pêxemberan tê bikaranîn ku ji qewmê wê çaxê re pêxember nehatine şandin û ew qewm ji roniya tewhidê bêxeber mane. Lê êdî ji tevê rewşên di navberê de dimînin tê bikaranîn. Emê jî îro di vê nivîsê de behsa fetreta Kurdistanê bikin.

Însanên di dema fetretan de jiyane, ji wan re du rû hene, rûyek sipî ye, ê dî jî gewr e. Rûyê spî ew e ku Xweda (c.c.) ewê bi ceribandineke sivik wan bibexşîne û bişîne bihuştê. Ewê jiber imtîhanên giran ji dojehê xelas bibin. Rûyê gewr jî ew e ku derfeta tekoşîn û xebata di ber dînê Xweda de bi dest naxin. Lewra ew derfetên ku bi tekoşîn û xizmeta tewhîdê derbas dikin, digihîjin meqamên gelekî bilind û dibin cîranên pêxember û dostên Xweda. Jiber vê yekê me got ev rû rûyê gewr e ne rûyê reş e. Lewra him li dinyê ceribandinên giran nabînin û him jî bi imtîhaneke sivik digihîjin bihuştê.

Ka em werin ser mijara xwe, em werin ser mijara fetreta Kurdistanê. Gelî xwendevanan, hûn dizanin ku jibo gel û welatan û îdare yan jî hikmê dewletê mecbûrî û zaruret e. Ku ew nebe nabe. Kurdistana rengîn jî weke tevî welatên dinê hetanî dema Siltan ‘Ebdil’ezîzê ‘Usmanî xwedî îdareke serbixwe bû di nava xwe de. Her çiqas di karên dewletê yên derve de bi xilafeta ‘Usmanî ve giredayî bû jî di nava xwe de serbixwe bû û bi pergala mîrîtîyê dihat îdarekirin. Her mîrekî Kurdan di herêma xwe de îdara gelên xwe dikir. Bi piranî jî ji gelê xwe re adil bûn û ji cîranên xwe re jî emîn dihatin dîtin. Di dirokê de tu kes nikare bêje ku mîrên Kurdan zilm li me kiriye. Kêm caran hinik ji van mîran ji ‘urf û adetên xwe yên ku bi dînê Îslamê re mezc bûne dûr ketine. Ew jî heta ku Se’îdek leqayî wan hatiye û bi hikmet ew rast kirine wek mîsala Bedîuzzemanê xort û Begê Cizîrî yê bêlimêj.

Di dema Siltan ‘Ebdil’ezîzê ‘Usmanî de piştî şerê ‘Usmanî û walîyê wanî Misrê M.‘Elî Paşa, artêşa ‘Usmanîyan berê xwe da ser erda Mîr Bedîrxanê Cizîrî. Lewra mîrekên Kurdan ji destê ‘Usmanîyan û daxwazên wan, êdî ‘of bûbûn û di tevê herêma Kurdistanê de di bin seroktiya Mîr Bedîrxan de bûbûn yek. Piştî şerekî dirêj bi xayintîya Yezdenşêrê Cizîrî, Mîr Bedîrxan têk çû. Di encamê de ‘Usmanîyan bi navdanên Ewrupîyan mîrektiyên Kurdistanê ji holê rakirin. Bi wasita walîyan xwestin ku Kurdistanê îdare bikin. Lê mixabin wê demê serê ‘Usmanîyan bi dek û hîlên Ewrupîyan re di belayê de bû. Îdara ‘Usmanî li gelek dera yan têk çûbû yan jî zeîf bûbû.

A ha, di vê dewrê de dema fetreta Kurdistanê dest pê kir. Kurdistan ji hêla îdare û aramîyê ve kete dewra fetretê. Sal bi sal hizûr û aramî ji Kurdistanê koç dikir. Êdî çeteyên Ermenîyan bi piştgirîyên Rûs û Ewrupîyan, cîranên xwe yên hezarsal û kirîvên xwe, di komkujî û jenosîde re derbas dikirin. Ev rewş nebes bû, dewleta ‘Usmanî jî ketibû destên nijadperestên bêol. Û ti qîmet nedidan îdara xelkê Kurdistanê. Roj bi roj ‘ilm û îrfan, ‘urf û ‘adetên me jî ji nava me koç dikirin. Bêdewletî û bêserektî, bêhizûrî û xodbînî li nava me cih dikir. Hêdî hêdî gel ji biratîya gelemperî û mafên civakî mehrûm dima û dûr diket. Di encamê de em Kurd ji gelîtîyê, ji qewmîtîyê derxistin. Em bûn pêlîstokên qewmên cîran û necîran teva. Jibo ku rewşa me ya bêdewletî û bêrêberî xweşik ‘eyan bike, ezê serpêhatiyeke li vî welatî qewimîye li vir binivîsim. Înşeallah ewê mirada min xweşik bide fêmkirin.

“Bi hezrê sed û pencî sal berê di dema ku hikmê mîrektîyan têkçû, gelê vê herêmê ji bêewlehîya li welêt ji derekê koçî dereke din dikirin. Li ku derê xwe di ewlehîyê de nedîtana, tevlî zar û zêçê xwe koçî derekê yan herêmeke din dikirin. Di serektîya GIRD ‘ELÎ de malbatek ji ‘erda Iraqê koçî ‘Efrînê dike. Li wê derê jî ewlehîyê nabînin û tên Dêrika Mêrdînê, gundê Dêşê û li wir bi cî dibin. Dibin cîranê ‘eşîra Sorkîyan. Piştî wextekê civatek zilam ji ‘eşîra sorkî digirin ser gundê Dêşê û bi darê zorê li Gird ‘Elî û gundîyên wî dixin. Malê wan talan dikin, Gird ‘Elî û gundîyên wî giran birîndar dibin. Piştî vê bûyerê demeke kin Gird ‘Elî merivê xwe gişa dide hev û digire ser çar gundê sorkîyan: ‘Erbetê, Qindefî, Quyruxîyê û Maşmaşokê.

Serek Gird ‘Elî ji koma xwe re dibêje: “We kîjan însanê lawîn dîtin bikujin, çi zarok û çi îxtîyar efû nekin. Lê qet dest bi pîrek û keçan nedin.” Piştî vê te’lîmatê, li çar gundan kî dibînin dikujin. Li gundê Quyruxîyê pîrekek gava ku vê rewşê dibîne, lawikê xweyî bi tenê ku heft-heşt salî bû di pînka mirîşka de diveşêre. Wî bi wî hawî ji mirinê xelas dike. Demeke dirêj çavê Gird ‘Elî li ser wan gundane bê kes filitîye yan na. Heta dema eskerîya lawik tê jî dîya lawik nahêle bi lawik bihese. Wexta celba eskerîya lawik tê, dikevin diltirsînekê. Lewra lawik bişînin eskerîyê, ji mirina wî ditirsin ku wê çaxê wê bêsilale bimînin. Xweha lawik dibêje: “Ezê bi şiklê lawikan ji dêvla birayê xwe herim leşkerîyê” û diçe. Çend mehan eskerî dike. Carekê wexta esker bi hevdû re heneka dikin, deste eskerekî li pêsîrê keçikê dikeve û fêm dike ku ev esker ne lawike. Dere cem fermandar, jê re meselê dibêje. Fermandar ba keçikê dike û dipirse: “Xêre? Te çima tiştekî werê kir?” Keçik mecbûr dimîne û mesela xwe yek bi yek ji fermandar re dibêje. Dilê Fermandar pir xemgîn dibe li ser vê mesele û bi dused leşkerê xwe yî suwarî tê gundê Dêşê dorpêç dike. Gird ‘Elî û zilamê wî liber xwe didin û şer dikin. Piştî demekê gundî têk diçin, Gird ‘Elî û çend zilamên wî tên kuştin. Ên sax dimînin, direvin diçin gundê Omerîyan…”

Ev Gird ‘Elî û malbata wî bi Seyidî tên naskirin. Me’lûm e Seyîd piranî qencê mirovan e. Digel vêya gelo Gird ‘Elî bi çi fikara ew komkijî kirîye digel ku kesayetek oldar e? Hewce ye ku civaknas lêkolînê li ser vê mijarê bikin. Li gor tê fêmkirin, ji rewşa wê demê ya bêdewletî û li herêmê bêîdareyeke ‘adîl, ev encam derketine holê. Ev telereşî, yek ji wan hezar telereşîyên ku di wê dema fetretê de hatine sere gelê kurd e. Xwedê vê dema fetretê zû ji serê tevê qewmê di fetretê de rake. Peyva me ya dawî peyva Qazî Muhemed be: “Heta hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek”