MEWLÛDA KURDÎ DI CIVAKA KURDÎ DE

Yek ji wesîleyên herî bi quwwet ku hezkirina Resûlê Ekrem ‘eleyhîsselat û wesselam di civaka Kurdan de daîm germ hiştiye mewlûd e. Her wekî tê zanîn hezkirin, yani mehebbet havênê kaînatê ye. Xweda hez kir kâinat xuluqand. Ji bo ku me’na Kaînatê temam bibe Resûlê Xwe xuluqa­nd, jê hezkir û Ew kir Hebîbûllah. Ji muminan jî xwest ku jê hezbikin û salawatan li ser bînin û vê hezkirinê gerand şertekî îmanê. Jiyan û ziman û...

MEWLÛDA KURDÎ DI CIVAKA KURDÎ DE

Yek ji wesîleyên herî bi quwwet ku hezkirina Resûlê Ekrem ‘eleyhîsselat û wesselam di civaka Kurdan de daîm germ hiştiye mewlûd e. Her wekî tê zanîn hezkirin, yani mehebbet havênê kaînatê ye. Xweda hez kir kâinat xuluqand. Ji bo ku me’na Kaînatê temam bibe Resûlê Xwe xuluqa­nd, jê hezkir û Ew kir Hebîbûllah. Ji muminan jî xwest ku jê hezbikin û salawatan li ser bînin û vê hezkirinê gerand şertekî îmanê.

Jiyan û ziman û şi’r û edebiyat û ferheng û ‘ilm û bîrûbaweriya me Kurdan dide nîşandan ku mewlûd bi me re mezc bûye. Ne mewlûd ji Kur­dan diqete ne jî Kurd ji mewlûdê diqetin. Weqta ku merev veqetandina yekî ji ê din dide berçavê xwe merev dibîne ku Kurd û Kurdayetî gelekî la­waz dimînin.

Di jiyana civaka Kurdî de ciyê mewlûdê ji ferhengê (kultur) wirdetir e. Mewlûd şuğlekî mûqeddes e. ‘Elametê hezkirina Xwedê û Resûlê Wi ye, îsbata qedirbilindayiya Resûlê Ekrem e. Destnîşankirina Kurda ye ji bo rehberiyet, îmam­iyet û pêşkêştiya Mûhemmed Mustefa ‘Eleyhîs­selat û wesselam. Hem di weqtê şînê de hem di weqtê şahiyê de bi xwendina mewlûdê sukûnet nazilî ser dilan dibe. Çewa ku di da’wetan de, di sunnetkirina zarokan de, piştî temamkirina şuğl­ekî bi dilê merev, di birêvebirina tîcareteke bi dilê merev de mewlûd tê xwendin; di taziyan û piştî mûsîbetên ‘umûmî, ji bo gihaştina meqsedek bixêr, ji bo “def’a belayan bi ‘umûmî” jî mewlûd tê xwendin.

Bi saya mewlûdê Kurdan her daîm Resûlê Ekrem ‘Eleyhîssalat û wesselam bibîr anîne û di her sehayê de ji xwe re serok û rêzan dî­tine. Civakî, siyasî, ‘îbadî, huqûqî, exlaqî, ‘ilmî û herwekî din. Seydayê Bateî di vir de bûye mutercimê dilê Kurdan ku dibêje:

Merheba hatî şivanê ummetê / Merheba hat bo me nûra dewletê

Di dû Wî re Kurdan dane dû rehber û zanayên ku di rêça Wî de dimeşin. Serokên din heger ne muxalifî Wî bin Kurdan serokatiya wan qebûl kir­ine, heger dijî Wî bin qebûl nekirine. Di qernê dawî de derketina hinik rêxistinên bêdînî di nav Kurdan de vê rewşê xera nake. Çimkî van rêxist­inan ne Kurdî ne, îlhadî ne; endamên wan çewa ku ji dîn derketine ji Kurdayetiyê jî derketine.

Her wekî qewmên muslumanên din Kurdan jî ji serdemên geşbûna edebiyat û nivîsên xwe de mewlûd nivîsandine. Bi zimanekî edebi, fesîh û herikbar; bi uslûbeke xasê bi xwe ve; bi şeklekî şêrîn ku tebî’et aşina ye, ber dilê merev geş dibe mewlûd hatine nivîsandin. Her malikik wê di nav xwe de me’nekî temam dike û ufqên zihna merev berfireh dike. Bi van xusûsiyetên xwe mewlûd çewa bala şa’ir û edebiyatnasan berbixwe de dikşîne, bala ‘ewamê jî dikşîne.

Di her dewrê de jî şa’irên ku ji nav Kur­dan rabûne ehemmiyet dayine nivîsandinên mewlûdan û ji bo neslên zemanên xwe mewlûd nivîsandine. Ji ber ku bi dilekî saf, bi ‘eqîd­eyek paqij, bi niyeta rizaa Îlahî, bi ‘eşqa hezkirina Resûlê Xweda hatine nivîsan­din li dilan tesîr dikin. Hem sara­heten hem jî bi îşaret riya xelasî û dilşadiya me jî ber bi me dixin.

Bi tesîra me’newiyat û gotinên di malikên mewlûdê de dilê gelek însanê Kurd bi nûra Îslamê ronî maye.