MELA REMEZANÊ 'EBBASÎ

MELA REMEZANÊ 'EBBASÎ Tehsîn Îbrahîm DOSKÎ Devera Badînan û Hekarî wekî ji jêderên eslî yên edebîyata Kurmancî diête wergirtin ku hêlîna êkê ya edebîyata Kurmancî bû. Çunkî ew şa'îrên ku berê binaxeyê şi'r û pexşana Kurmancî danayî li vê herêmê gehiştibûn kesên wek Hemîdî, 'Elîyê Herîrî, Mîr 'Îmadeddînê Hekarî, Feqîyê Teyran û gelekên dî baştirîn nimûne ne li ser vê çendê.  Ji ber vê êkê mirov dişêt bi piştrastî vebêjit ku lehceya Hekarî û Badînî jî pişkeke jê- heta nuke lehceya êkemîn e ku berhemê edebî yê Kurmancî pê hatîye nivîsîn û gehiştîye me. Li sedsala dehê û yazdê mişextî (pazdê û şazdê zayînî) serhildaneka edebî ya mezin li vê devera jêgotî[1] (Hekarî û Badînan) peyda bûbû. Gelek zana û edîb û helbestvanan qesta nivîsîna bi zimanê kurdî kirîbûn.  Her çende bi mixabinî ve em dibêjîn: Gelek ji berhemê vê demê ji navçuyîye û negehiştîye me jî belê nîşan li ser hebûna berhemeke hêja yê vê qonaxa dîrokî di dest me da heye.  Her wesa hindek nimûneyên kêm jî yên ji başîya êxbalê hatîne parastin di dest me da hene ku rastîya gotina me aşkera diken[2]. Gerokê ‘Usmanî yê navdar Ewlîya Çelebî ewê li nîva sedsala hevdê li gelek welatên ‘Usmanîyan gerîyayî û serhatîya gerîyana xwe di kitêbeka mezin da bi navê Seyahetname qeydkirî, li sala 1066 mişextî (beranber 1656 zayînî) hatibû paytexta mîrnîşîna Badîna ku bajêrê dîrokî yê Amêdîyê bû. Ew li Seyahetnameya xwe behsê jîyana xelkê deverê ji gelek layan ve diket ku êk ji wan layan layê rewşenbîrî ye. Ewlîya Çelebî behsê zimanê kurdî diket û aşkera diket ku ew li ser gelek lehçeyan dihête lêkvekirin û dibêjit: Ew kurdên cîranên êk û du bin di ezmanê êk û du digehin belê ewên jêk dûr bin baş di êk û du nagehin[3] û bo dan û sitandinê ew hewceyî tercumanekî dibin. Ji wan lehceyên ew behs jê diket: Lehceya eyaleta Erzeromê (welatê Serhedê), lehceya eyaleta Wanê û navê wê dikete lehceya Pinyanişî û Mehmûdîyan, lehceya Bidlîsê ku Rojkî ye, lehceya Pisîanîyan (li Bazîdê ye), lehceya Zaza, lehceya Lolo, lehceya çîayê Şingarê dibêjitê “Baprîsî.” Ewlîya Çelebî dibêjit: Kurd tê nagehin, lehceya Herîrê, lehceya Erdelan û dibêjit: Ew bi fesahet diaxivin belê ew axaftina xwe gelek sivik diken. Ew bo lehceya Soranî  dibêjit: Ew heta dereceyekê lehceyeka nazik e. Bo lehceya Êzdîyên Xaltî ew dibêjit: Xudanên 24 lehceyên dî ji Kurdan tê nagehin[4], bo lehceya Êzdîyên Çekvanî  dibêjit: ew ya têkel e digel ezmanê Ermenîyan. Û ji tiştên balkêş ew e Ewlîya Çelebî demê behsê zimanan diket dibêjit: Eger çi hatibite gotin ku ('Erebî fesahet e, 'Ecemî zerafet e,  Tirkî qebahet e û ezmanên dî necaset e jî) belê zimanê kurdan hem fesahet û hem belaxet tê da heye, zimanê Kurdên Cizîrê û Kurdên Şêrwan (Sêrtê) ji vî rengî ye. Paşê Çelebî dibêjit: Belê zimanê ku ji van zêdetir li ser fesahet û zerafet û selasetê radewist zimanê Kurdên Amêdîya Badînan e,  li ser gotina 'ulemayên 'amil yên deverê ev zimane zimanê Hezretê Yunisî bû -silav lê bin-, çunkî ew li Musilê bû û bi zimanê Kurdan diaxftî. Cihê dî yê me divêt veguhêzîn ji gotina Ewlîya Çelebî ew e demê ew dibêjit: Her car li newroza sultanî, biçûk û mezin, hemî zana û şa'îrên deverê derdikevine ji derve û li serên rêkan û ew şi'rên pêncxişte û sêmalikî û çarmalikî û pêncmalikî û şeşmalikî û heftmalikî û heştmalikî dihavêne ber êk du bi malikên şi'ran ew kêbrekanê[5] diken. Ji van gotinên Ewlîya Çelebî dihête wergirtin ku devera Badînan ji ber zimanê wan yê rehwan û xweş, yan wekî ew dibêjit yê xudan fesahet û zerafet û selaset û ji ber hebûna hijmareka mezin ji zanayan û ji ber şanazîbirina xelkê deverê bi zarê xwe û ku ew zarê Yûnis pêxemberî bû -wekî wan hizir dikir- pêşveçûneka 'ilmî û edebî ya berçav li vê deverê hebû, heta wê derecê li cejn û ahengan pitir ji her tiştekî wan kêbrik û musabeqeyên şi'rî dikirin û eve ne tiştekî taybet bû bi zanayan ve, belkî biçûk û mezinan li serên rêka û cihên ahengan ev kare dikir. Li ser zemanê Miradxanê êkê ewê heta sala 1662 z. hukim kirî û medresa Miradîyê ya navdar li Amêdîyê avakirî, Ewlîya Çelebî hatibû Amêdîyê. Wekî me gotî ew behsê gelek layên jîyana xelkê Badînan diket, belê tiştê li vêrê me divêt em bêjîn ev e: Demê ew behsê rehwanîya[6] ezmanê xelkê deverê diket, ew şi'ra şa’irekî Amêdîyê bo me vediguhêzit wek nimûne li ser gotina xwe, ew şa'ir êk ji wan klasîkên me ye yên mixabin nav û berhemê wî bi êkcarî berze buwîn, eger Ewlîya Çelebî behsê wî nekiriba qet me ew nedinîyasî[7]. Navê vî şa'irî Remezan e û ew li wê sala  Çelebî tê da sera Amêdîyê dayî ku sala 1066 mişextî (1656 z.) bû yê zêndî bû. Çelebî wî bi navê Melayê 'alim Remezanê 'Ebbasîyan didete nîyasîn.[8] Belkî ji vî leqebî bête zanîn ku ev şa'ir êk ji wan malbatan bit yên xwe bi 'Ebbasî didane nîyasîn ku mala mîran bi xwe jî êk ji wan malbatan bû. Demê em dibêjîn ev şa'îre li demê seredana Çelebî yê zêndî bû ji ber hindê ye, çunkî demê Çelebî navê wî diînit nabêjit: Rehmetullah û ev e hindê digehînit ku ew hingî nemirî bû. Ji v

MELA REMEZANÊ 'EBBASÎ
MELA REMEZANÊ 'EBBASÎ
Tehsîn Îbrahîm DOSKÎ

Devera Badînan û Hekarî wekî ji jêderên eslî yên edebîyata Kurmancî diête wergirtin ku hêlîna êkê ya edebîyata Kurmancî bû. Çunkî ew şa'îrên ku berê binaxeyê şi'r û pexşana Kurmancî danayî li vê herêmê gehiştibûn kesên wek Hemîdî, 'Elîyê Herîrî, Mîr 'Îmadeddînê Hekarî, Feqîyê Teyran û gelekên dî baştirîn nimûne ne li ser vê çendê.  Ji ber vê êkê mirov dişêt bi piştrastî vebêjit ku lehceya Hekarî û Badînî jî pişkeke jê- heta nuke lehceya êkemîn e ku berhemê edebî yê Kurmancî pê hatîye nivîsîn û gehiştîye me.

Li sedsala dehê û yazdê mişextî (pazdê û şazdê zayînî) serhildaneka edebî ya mezin li vê devera jêgotî[1] (Hekarî û Badînan) peyda bûbû. Gelek zana û edîb û helbestvanan qesta nivîsîna bi zimanê kurdî kirîbûn.  Her çende bi mixabinî ve em dibêjîn: Gelek ji berhemê vê demê ji navçuyîye û negehiştîye me jî belê nîşan li ser hebûna berhemeke hêja yê vê qonaxa dîrokî di dest me da heye.  Her wesa hindek nimûneyên kêm jî yên ji başîya êxbalê hatîne parastin di dest me da hene ku rastîya gotina me aşkera diken[2].

Gerokê ‘Usmanî yê navdar Ewlîya Çelebî ewê li nîva sedsala hevdê li gelek welatên ‘Usmanîyan gerîyayî û serhatîya gerîyana xwe di kitêbeka mezin da bi navê Seyahetname qeydkirî, li sala 1066 mişextî (beranber 1656 zayînî) hatibû paytexta mîrnîşîna Badîna ku bajêrê dîrokî yê Amêdîyê bû. Ew li Seyahetnameya xwe behsê jîyana xelkê deverê ji gelek layan ve diket ku êk ji wan layan layê rewşenbîrî ye.

Ewlîya Çelebî behsê zimanê kurdî diket û aşkera diket ku ew li ser gelek lehçeyan dihête lêkvekirin û dibêjit: Ew kurdên cîranên êk û du bin di ezmanê êk û du digehin belê ewên jêk dûr bin baş di êk û du nagehin[3] û bo dan û sitandinê ew hewceyî tercumanekî dibin.

Ji wan lehceyên ew behs jê diket: Lehceya eyaleta Erzeromê (welatê Serhedê), lehceya eyaleta Wanê û navê wê dikete lehceya Pinyanişî û Mehmûdîyan, lehceya Bidlîsê ku Rojkî ye, lehceya Pisîanîyan (li Bazîdê ye), lehceya Zaza, lehceya Lolo, lehceya çîayê Şingarê dibêjitê “Baprîsî.” Ewlîya Çelebî dibêjit: Kurd tê nagehin, lehceya Herîrê, lehceya Erdelan û dibêjit: Ew bi fesahet diaxivin belê ew axaftina xwe gelek sivik diken. Ew bo lehceya Soranî  dibêjit: Ew heta dereceyekê lehceyeka nazik e. Bo lehceya Êzdîyên Xaltî ew dibêjit: Xudanên 24 lehceyên dî ji Kurdan tê nagehin[4], bo lehceya Êzdîyên Çekvanî  dibêjit: ew ya têkel e digel ezmanê Ermenîyan.

Û ji tiştên balkêş ew e Ewlîya Çelebî demê behsê zimanan diket dibêjit: Eger çi hatibite gotin ku ('Erebî fesahet e, 'Ecemî zerafet e,  Tirkî qebahet e û ezmanên dî necaset e jî) belê zimanê kurdan hem fesahet û hem belaxet tê da heye, zimanê Kurdên Cizîrê û Kurdên Şêrwan (Sêrtê) ji vî rengî ye. Paşê Çelebî dibêjit: Belê zimanê ku ji van zêdetir li ser fesahet û zerafet û selasetê radewist zimanê Kurdên Amêdîya Badînan e,  li ser gotina 'ulemayên 'amil yên deverê ev zimane zimanê Hezretê Yunisî bû -silav lê bin-, çunkî ew li Musilê bû û bi zimanê Kurdan diaxftî.

Cihê dî yê me divêt veguhêzîn ji gotina Ewlîya Çelebî ew e demê ew dibêjit: Her car li newroza sultanî, biçûk û mezin, hemî zana û şa'îrên deverê derdikevine ji derve û li serên rêkan û ew şi'rên pêncxişte û sêmalikî û çarmalikî û pêncmalikî û şeşmalikî û heftmalikî û heştmalikî dihavêne ber êk du bi malikên şi'ran ew kêbrekanê[5] diken.

Ji van gotinên Ewlîya Çelebî dihête wergirtin ku devera Badînan ji ber zimanê wan yê rehwan û xweş, yan wekî ew dibêjit yê xudan fesahet û zerafet û selaset û ji ber hebûna hijmareka mezin ji zanayan û ji ber şanazîbirina xelkê deverê bi zarê xwe û ku ew zarê Yûnis pêxemberî bû -wekî wan hizir dikir- pêşveçûneka 'ilmî û edebî ya berçav li vê deverê hebû, heta wê derecê li cejn û ahengan pitir ji her tiştekî wan kêbrik û musabeqeyên şi'rî dikirin û eve ne tiştekî taybet bû bi zanayan ve, belkî biçûk û mezinan li serên rêka û cihên ahengan ev kare dikir.

Li ser zemanê Miradxanê êkê ewê heta sala 1662 z. hukim kirî û medresa Miradîyê ya navdar li Amêdîyê avakirî, Ewlîya Çelebî hatibû Amêdîyê. Wekî me gotî ew behsê gelek layên jîyana xelkê Badînan diket, belê tiştê li vêrê me divêt em bêjîn ev e: Demê ew behsê rehwanîya[6] ezmanê xelkê deverê diket, ew şi'ra şa’irekî Amêdîyê bo me vediguhêzit wek nimûne li ser gotina xwe, ew şa'ir êk ji wan klasîkên me ye yên mixabin nav û berhemê wî bi êkcarî berze buwîn, eger Ewlîya Çelebî behsê wî nekiriba qet me ew nedinîyasî[7].

Navê vî şa'irî Remezan e û ew li wê sala  Çelebî tê da sera Amêdîyê dayî ku sala 1066 mişextî (1656 z.) bû yê zêndî bû. Çelebî wî bi navê Melayê 'alim Remezanê 'Ebbasîyan didete nîyasîn.[8] Belkî ji vî leqebî bête zanîn ku ev şa'ir êk ji wan malbatan bit yên xwe bi 'Ebbasî didane nîyasîn ku mala mîran bi xwe jî êk ji wan malbatan bû. Demê em dibêjîn ev şa'îre li demê seredana Çelebî yê zêndî bû ji ber hindê ye, çunkî demê Çelebî navê wî diînit nabêjit: Rehmetullah û ev e hindê digehînit ku ew hingî nemirî bû.

Ji vê pêvetir em tiştekî ji vî şa'irî nizanîn, ji şi'ra wî dihête wergirtin ku ew şa’irekî mezin bûye.  Ev şi'ra wî li dor hinêrîya 'işqê dizivirit û ku ew tiştê 'işq dişêt biket ne Asifê wezîrê Silêman pêxemberî dişêt biket,  ne Arîstoyê feylesof. Hêjayî gotinê ye ku wî ev xezela xwe li ser behra albasît vehandîye û mîzana wê bi vî rengî ye: mustef'îlûn fa'îlûn mûstef'îlûn fa'îlûn. Vêca em berê xwe bideynê kanê çawa Remezanê Amêdî di mahîyeta 'işqê digehit:

 

XEZEL

Rayê li Asif diken walih û heyranê 'işq

Dersê Arîstoyî diden serxweş û sekranê 'işq

 

'Eqlê kul er bête nêv mektebê 'işqê demek

Dê bibitin mezhekê tiflê hewesxwanê 'işq

 

Def'ê heraret diket ma ji dilî zemherîr

Layezela germîya ateşê sûzanê 'işq

 

bisojit 'alemê ahê şererbarê dil

Ger hebitin gavekê mani'ê tûfanê 'işq

 

Min heseda kufrê bû dax e li îmanê lew

Serger û pêxwas diçûm damenê ruhbanê 'işq

 

Daxê nihanî me lew eşkere zahir kirin

Emrê çiraxan kire Xusrewê xûbanê 'işq

 

Geh ji zemîrî bi xwe xûn ku tereşşuh[9] diket

Dîde dibit me'denê le'lê Bedexşanê[10] 'işq

 



[1] Jêgotî: Behs jê hatî kirin

[2] Diken: Dikin

[3] di êk û du nagehin: Ji hevdû fam nakin

[4]Ewlîya Çelebî kurdîyê liser 24 lehçeyan lêkve diket.

[5] Kêbrekan: Pêşbazî, musabeqe

[6] Rehwanî: Herikbarî

[7] Êkemên kesê ev şa’ire li bîra me înayeve Dr. Nizar Golî bû, ewê gotarek li dor wê li sala 2016 di hejmara 12ê da ji kovara Dîrok belavkirî.

[8] Nîyasîn: Naskirin

[9] Tereşşuh: Nuqutîn

[10] Bedexşan: Kanza, madeneke pir bi qîmet. Ev bêje di edebiyata klasîk de tête bikaranîn. Cureyekî le’lê ye. Di hin helbestan de weke le’lê bedexşan jî derbas dibe.