Kevokên Fîrqetê

Kevokên Fîrqetê Bünyamîn Doğruer Eya kevokên fîrqetê! Îhtîşama berxwedanê Feryadên ku ji çiyayan olam didin Û agir bi avê didin xwendin Şîroveyên li ser mirinan Bi rastî xweşin gule Li gerdena bawermendan Ku diqelibin, her diqelibin Û tên Ji zîrweya evînê Ji Pasûr û Nisêbînê   Evîn di şikencê de ne Me li kêleka we sef girê da Mil bi mil in em Ey Îbrahîm! Ey Orhan! Em ne ğerîbê tolê ne Hûn bûn birîn û axîn Û li gerdena me weşiyan   Li eniya te ya bi şopa secdê neqişandî Çengalên xwînî reşandin Çavên te agir vexwar Kezzab li çavên te weşandin Bi cehime huzna nedîtinê Nuha em kor bûn   Av ecêbmayî diherrike Kûr e birîna wê Çemê Pasûr mehzûn Çemê Pasûr xwûn   Agirê li bedena te reşandî Dadayî bû ji Eshabê Ûxdud Dema tu digel lîbasên xwe ê tewhîdî dişewitî Fêkiyên serhildanê Ji kitêba min rû vedidan   Kêra hîç zalimî Nikare qut bike dengê mezlûman Îbrahîm  çawa ku fêr bû Tu jî fêrî mirina Îbrahîmî bibe Da ku bibare barana rehmetê Li çiyayên minê terrazinî   Hêjayê min! Ma mirin ne rengekî heyatê ye Ka mêze ke Va di destê min de Haziriya wê roja mukemmel Ha canê min! Dema ku gule li sînga min di reşandin Kîn û hêrsek min li dû xwe hiştin Ku çiya diqelêşin û diçin Li wî cihê ku eniya min dikizirandin   Ey zorokên mezlûm ê Kurdistanê! Kevokên fîrqetê li ser birîna me Bo te dibêjim Ey Orhanê ku di rengê mirinê de Nefesê vedikşîne bi cîgera Hemzeyan Bo te jî dibêjim Ey Îbrahîmê Hubeybrengê bi sebr û qerar Dibêjim ku Kevokên sipî nemirîn û namirin Ez ji nû va we li sînga xwe radipêçim Eya kevokên fîrqetê!   Weregera ji Tirkî: Cewat Zeraqî

Kevokên Fîrqetê
Kevokên Fîrqetê
Bünyamîn Doğruer
  • Eya kevokên fîrqetê!

    Îhtîşama berxwedanê

    Feryadên ku ji çiyayan olam didin

    Û agir bi avê didin xwendin

    Şîroveyên li ser mirinan

    Bi rastî xweşin gule

    Li gerdena bawermendan

    Ku diqelibin, her diqelibin

    Û tên

    Ji zîrweya evînê

    Ji Pasûr û Nisêbînê

     

    Evîn di şikencê de ne

    Me li kêleka we sef girê da

    Mil bi mil in em

    Ey Îbrahîm! Ey Orhan!

    Em ne ğerîbê tolê ne

    Hûn bûn birîn û axîn

    Û li gerdena me weşiyan

     

    Li eniya te ya bi şopa secdê neqişandî

    Çengalên xwînî reşandin

    Çavên te agir vexwar

    Kezzab li çavên te weşandin

    Bi cehime huzna nedîtinê

    Nuha em kor bûn

     

    Av ecêbmayî diherrike

    Kûr e birîna wê

    Çemê Pasûr mehzûn

    Çemê Pasûr xwûn

     

    Agirê li bedena te reşandî

    Dadayî bû ji Eshabê Ûxdud

    Dema tu digel lîbasên xwe ê tewhîdî dişewitî

    Fêkiyên serhildanê

    Ji kitêba min rû vedidan

     

    Kêra hîç zalimî

    Nikare qut bike dengê mezlûman

    Îbrahîm  çawa ku fêr bû

    Tu jî fêrî mirina Îbrahîmî bibe

    Da ku bibare barana rehmetê

    Li çiyayên minê terrazinî

     

    Hêjayê min!

    Ma mirin ne rengekî heyatê ye

    Ka mêze ke

    Va di destê min de

    Haziriya wê roja mukemmel

    Ha canê min!

    Dema ku gule li sînga min di reşandin

    Kîn û hêrsek min li dû xwe hiştin

    Ku çiya diqelêşin û diçin

    Li wî cihê ku eniya min dikizirandin

     

    Ey zorokên mezlûm ê Kurdistanê!

    Kevokên fîrqetê li ser birîna me

    Bo te dibêjim

    Ey Orhanê ku di rengê mirinê de

    Nefesê vedikşîne bi cîgera Hemzeyan

    Bo te jî dibêjim

    Ey Îbrahîmê Hubeybrengê bi sebr û qerar

    Dibêjim ku

    Kevokên sipî nemirîn û namirin

    Ez ji nû va we li sînga xwe radipêçim

    Eya kevokên fîrqetê!

     

    Weregera ji Tirkî: Cewat Zeraqî