JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

JI WEŞANKARÊ KELHAAMED Hejmara 50. الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام على خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين Bi navê Xweda… Xwendevanên hêja, berhem û kesayetên ku tesîrên wan tu carî kêm nabin û ne taybet in bi zemanê xwe, di her dewrê de ter û teze dimînin merev mecbûrî xwendina xwe dikin. Yek ji wan kesayetan Şêx Ehmedê Xanî û hinik ji wan berheman jî berhemên wî ne. Şêx Ehmedê Xanî di serê navê wî de Şêx heye, yanî peşkeş e, rehber e, pêşewa ye ji bo xelkê. Ne edebiyatnasekî rût û dunyewi ye. Bi kesayeta xwe û berhemên xwe bûye medrese ji bona qewmê Kurd. Medresa wî di her dewrê de vekiriye, di her ‘esrê de Kurd tê de dixwînin û dighên û gerek bixwînin, jê îstîfade bikin. Ne Kurd bi tenê jî. Çewa ku qewmên Musluman û ğeyrî Muslim di her Dewrê de ji Şîrazî, Mewlana Celaleddîn, Fuzûlî, Îmruulqeys û hwd. îstîfade dikin ji Şêx Ehmedê Xanî û Melayê Cezerî jî îstîfade dikin. Yanî Şêxê Xanî yek ji pêşkêşê edebiyat û fikr û hîkmetê ye ji bo her kesan û her qewman di her qernî de. Em jî di vê hejmara xwe de li ser Şêxê Xanî sekinin. Me carek din wî xwend û tehlîl kir. Hinek ji nivîskarên me derheqê wî û medresa wî ya ku dani ye de nivîsandin. Medresa ‘ilm û hîkmet û edebiyat û ‘eşq û aramiyê. Her wekî sernivîsa me te’rîfa medresa wî dike. Ehmed Farûq jî şi’reke wî wergirtiye û şerh û tehlîl kiriye. Şerîf Emîn li ser kesayeta wî sekiniye û edebiyata wî tehlîl kiriye. Hilmî Beg li ser berhema wi ya Rîsala ‘Eqîdê sekiniye, wê daye naskirin. Û bi Dr. Îdrîs ‘Ebdullah re me derheqê fikra qewmiyetê li ba Şêx Ehmedê Xanî de hevpeyvîn kir. Ji nivîskarên me yên din M. Zahir Ertekîn bi sernavê “Rojnivîska  rojên coronayê” tehlîleke nefsî û rûhî kiriye. M. Baran jî beşa yekem ji rêzenivîsa Geliyê Zîlan nivîsandiye, hevpeyvînên xwe yê ku bi şahidê bûyerê re kiriye, gotin û kilamên ku hatine gotin kiriye belge ji bona me. ‘Ebdulbaqî Botî li ser Şêx Ebdurrehmanê Şêwirî nivîsandiye. Ji şi’r û nesrên xwe di gel nivîsên nivîskarên me yên din bi hejmareke têr û tije em dîsa bi we re ne. Em xêrxwazî û malavahiyên xwe pêşkêşî hemî nivîskarên xwe dikin ku di hazirkirina vê hejmarê de kedek kirine. Em temenniya îstîfadeyek baş û muweffeqiyetê jî dikin ji bo xwendevanên xwe. De keremkin em bi hev re bixwînin…

JI WEŞANKARÊ KELHAAMED
JI WEŞANKARÊ KELHAAMED
Hejmara 50.

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام على خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

Bi navê Xweda…

Xwendevanên hêja, berhem û kesayetên ku tesîrên wan tu carî kêm nabin û ne taybet in bi zemanê xwe, di her dewrê de ter û teze dimînin merev mecbûrî xwendina xwe dikin. Yek ji wan kesayetan Şêx Ehmedê Xanî û hinik ji wan berheman jî berhemên wî ne.

Şêx Ehmedê Xanî di serê navê wî de Şêx heye, yanî peşkeş e, rehber e, pêşewa ye ji bo xelkê. Ne edebiyatnasekî rût û dunyewi ye. Bi kesayeta xwe û berhemên xwe bûye medrese ji bona qewmê Kurd. Medresa wî di her dewrê de vekiriye, di her ‘esrê de Kurd tê de dixwînin û dighên û gerek bixwînin, jê îstîfade bikin.

Ne Kurd bi tenê jî. Çewa ku qewmên Musluman û ğeyrî Muslim di her Dewrê de ji Şîrazî, Mewlana Celaleddîn, Fuzûlî, Îmruulqeys û hwd. îstîfade dikin ji Şêx Ehmedê Xanî û Melayê Cezerî jî îstîfade dikin. Yanî Şêxê Xanî yek ji pêşkêşê edebiyat û fikr û hîkmetê ye ji bo her kesan û her qewman di her qernî de.

Em jî di vê hejmara xwe de li ser Şêxê Xanî sekinin. Me carek din wî xwend û tehlîl kir. Hinek ji nivîskarên me derheqê wî û medresa wî ya ku dani ye de nivîsandin. Medresa ‘ilm û hîkmet û edebiyat û ‘eşq û aramiyê. Her wekî sernivîsa me te’rîfa medresa wî dike. Ehmed Farûq jî şi’reke wî wergirtiye û şerh û tehlîl kiriye. Şerîf Emîn li ser kesayeta wî sekiniye û edebiyata wî tehlîl kiriye. Hilmî Beg li ser berhema wi ya Rîsala ‘Eqîdê sekiniye, wê daye naskirin.

Û bi Dr. Îdrîs ‘Ebdullah re me derheqê fikra qewmiyetê li ba Şêx Ehmedê Xanî de hevpeyvîn kir.

Ji nivîskarên me yên din M. Zahir Ertekîn bi sernavê “Rojnivîska  rojên coronayê” tehlîleke nefsî û rûhî kiriye. M. Baran jî beşa yekem ji rêzenivîsa Geliyê Zîlan nivîsandiye, hevpeyvînên xwe yê ku bi şahidê bûyerê re kiriye, gotin û kilamên ku hatine gotin kiriye belge ji bona me. ‘Ebdulbaqî Botî li ser Şêx Ebdurrehmanê Şêwirî nivîsandiye.

Ji şi’r û nesrên xwe di gel nivîsên nivîskarên me yên din bi hejmareke têr û tije em dîsa bi we re ne. Em xêrxwazî û malavahiyên xwe pêşkêşî hemî nivîskarên xwe dikin ku di hazirkirina vê hejmarê de kedek kirine. Em temenniya îstîfadeyek baş û muweffeqiyetê jî dikin ji bo xwendevanên xwe.

De keremkin em bi hev re bixwînin…