“…Hawîrdorê Wê Pîroz…”

Xwedî derketina li nirxên beşerî nake lazimê xwe ku Kurd dev ji nirxên xwe yên bîr û baweriyê berdin. Hetta nirxên ‘eqîda Îslamî nirxên beşerî qewîntir dikin, kedî dikin. Çand û ziman û ‘urf û ‘adet û welat û hemî nirxên beşerî her daîm bi Îslamê pêş ve çûne. Kurd bi xwedîderketina li qîmetên (nirx) xwe, kiyana (dezge) xwe, mewcûdiyeta xwe dixe holê, îsbat dike. Qîmetên Kurdan ne taybetmendiyên irqî bi tenê ne. Wek ziman...

“…Hawîrdorê Wê Pîroz…”

Xwedî derketina li nirxên beşerî nake lazimê xwe ku Kurd dev ji nirxên xwe yên bîr û baweriyê berdin. Hetta nirxên ‘eqîda Îslamî nirxên beşerî qewîntir dikin, kedî dikin. Çand û ziman û ‘urf û ‘adet û welat û hemî nirxên beşerî her daîm bi Îslamê pêş ve çûne. Kurd bi xwedîderketina li qîmetên (nirx) xwe,

kiyana (dezge) xwe, mewcûdiyeta xwe dixe holê, îsbat dike. Qîmetên Kurdan ne taybetmendiyên irqî bi tenê ne. Wek ziman û reng û erdnigarî û zarava û welat û ax û beyreq. Hinik qîmetên din hene ku van qîmetên irqî bi wan me’ne distînin, qîmetên însanî yên irqî ciyê xwe dibinin. Ew jî wan qîmetên ku her însan bi îrada xwe dineqîne, xwedî lê derdikeve. Wek îman û dîn û bîrûbawer û muqeddesatan. Kurdên ku di dîrokê de li van qîmetên Îslamî xwedî derketine dîrok jî li wan xwedî derketiye û wan ‘ezîz kiriye. Hem di herêma ‘alema Îslamê de hem jî di temamê dunyayê de wan meşhûr û ezîz kiriye. Wek Selaheddinê Eyûbî, Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî, Şêx Se’îdê Pîranî û gelek ‘ulema û pêşewayên dînî, siyasî û ‘eskerî. Mirovek yan jî qewmek çiqas nejadperst dibe bira bibe îhtiyac bi ‘eqîdeyekê, bi dînekî, bi bîr û baweriyekê dibîne. Çimkî qewmiyet bixwe ne dîn e û tucarî nabe dîn, nêrîneke dunyayê bi mensûbê xwe re çênake, hukm û esasên jiyanê di qewmiyetê de nînin. Bîrûbaweriya qewmekî heger Îslam be qewmiyeta wî û tiştên ‘eleqedar bi qewmiyetê hemî tên muhafezekirin, ber bi ‘edalet û şefqet û rehmet û biratiya qewman ve geştir dibin, feyz ji Sunnetullah û qanûnê tebî’î werdigrin, ber bi ebediyetê ve û dilşadiya ebedî ve diherikin… diçin û diçin… Xwedyê xwe dibin beheştê. Bîr û bawerî heger ne Îslam be qewmiyet bi berjewendiyên dunyevî ve tê sînorkirin, ji ‘edalet û şefqeta navbêna qewman mehrûm dikeve, geşnabe; ne ber bi ebediyetê ve, ber bi tunebûnê ve diçe; li dunyayê her tiştê wê diqede, li axretê jî hesabekî giran ji xwedyê xwe re dihêle. Qewmperestên ku îhtîmamê nadin dîn, giringiyê bi muqeddestan nakin jî di esil de ev helwesta wan baweriya wan dide nîşandan.Ew bawerî jî dunyaperesti ye. Çiye dunyaperestî? Ew jî sekulerizm e, laîklik e, dijberiya dînê Îslamê ye, berjewendperestiya şexsîw qewmî di gel qebûlnekirina berjewendiyên kesên din e, înkara huqûqên mirovatiya navnetewi ye, lihemberderketina qanûnê tebî’i ye, nenasiya Rebbê ‘Alemê ye.Kesên ku bi navê xwedî derketina li qewmiyeta xwe biratiya Îslamê qebûl nakin yan tehqîr dikin û Mesciduleqsayê pîroz nabînin ew jî piştgiriya sekulerizm û laîklikê dikin. Li ba me Kurdên Musluman Mesciduleqsa û hawîrdorê wê pîroz e. Qudus, Nablûs, ‘Esqelan, Erîha, Elxelîl,  Beytulehm, Ramallah, Ğezze û hwd…

“…Mesciduleqsa ya ku me hawîrdorê wê pîroz gerandiye…” (Sûreyê Îsra-1)