Ez Ehmed im, ji Xana Çelê…

Ji Zozanê Serhedê bayê hinêk tê. Ber êvarê, li ser dika ber derî, bin sîya dara gûzê… Dayîka min a delal, teşîya xwe di zivrîne,  pêre dergûşa min di hejîne. Dengê zengilê mîyan hê di guhên min de dike zingînî. ‘Lorî lorî berxê min lorî Ya rebbî tu delalê-m biborîn ‘Navê Ellah çi xweş e Gula Îmanê geş e Hemd ji te re ya Xweda Te ev şîrînî bi me da Xweda rebbê Semed e...

Ez Ehmed im, ji Xana Çelê…

Ji Zozanê Serhedê bayê hinêk tê. Ber êvarê, li ser dika ber derî, bin sîya dara gûzê… Dayîka min a delal, teşîya xwe di zivrîne,  pêre dergûşa min di hejîne. Dengê zengilê mîyan hê di guhên min de dike zingînî.

‘Lorî lorî berxê min lorî

Ya rebbî tu delalê-m biborîn

‘Navê Ellah çi xweş e

Gula Îmanê geş e

Hemd ji te re ya Xweda

Te ev şîrînî bi me da

Xweda rebbê Semed e

Me nav lê da Ehmed e

Ya rebbî tûyî Hafiz

Tu wî bikî mihafiz

Lorî lorî berxê min lorî

Ya rebbî tu delalê-m biborîn

Dengê nerm û bi şefqet, lorînê dayîka min, pêre dikevim xewa  şêrîn.

….

Di sala 1650 de, li gundê Xanê hatime dinyê.  Gundê min, bi Çelê ya Colemêrgê ve girêdayî ye. Rehma Xwedê li mirîyê we be jî, rehmetêyê bavê min Şêx Elyaz, ji zaroktîyê ve min da ber xwendinê. Ez feqîyê bavê xwe me. ‘Ewil wî bixwe ders û te’lîm da min, dûvre berê min da medresê. Min tûrikê xwe hilgirt û ez ketim rê. Xweda Kerîm e, dema ketim rêya ‘ilmê, rê li min rast bûn, derî li min vebûn, dûr li min nêz bûn.

Bedlîs, Riha û Exlat… Binxet, Misir û Îran… Gav bi gav, di nêçîra ‘ilmê de min pîyê xwe peritand. Belê di behra ‘ilmê de, ez hê ne gihaştim nuqtekî. Lê ew nuqte ya ‘ilmê, pêş li min ronî kir. Tarîtîya jiyanê, wek rojê aşkere kir.

…….

Dema di rêya ‘ilmê de ez westîyam, min kumê xwe danî kêleka xwe û guhê xwe da Melayê Cezerî:

 şox û şengê zuhrerengê

dil ji min bir, dil ji min
awirên heybet pilingê

dil ji min bir, dil ji min

Xweda qismet kir, berê min kete Ke’be a Şerîf, min mala Xweda tewaf kir. Di rêya bembarek de, min guhê xwe da Feqîyê Teyran:

 Ellah çi zatek ehsen e 
Zêde letîf û qadir î
Mexlûq hemî nexşê te ne
Yê erşê ezim çêkirî 

 Û ‘Elîyê Herîrî, Şihabeddîn Suhrewerdî… Di rêça rûsipî û zatên Xweda de, ez tu carî heyîrî nemam. Kengê şev tarî bû, wek çira, şevê li min ronî kirin.

……….

Ji şerqê bigre heta bi xerbê, bakûr digel başûr. Li erdnîgarîya Îslamê, di navbeyna  milletên Muslaman de wekhevî, hevkarî û yekîti xiyala min e.

 Hemd û sena û şükrani                                  Hindi selewatên hemî

Ji bo vî Xaliqê Rehmani                                Li resulê me yê ummî

Ku fesahet û beyan daye lisanê                     Ku bune peyrewê di wîy

Lisan daye insanê                                        ‘Ereb û ‘Ecem Kurmanc û Rûmî

 

Di navbeyna qewmê Kurd de jî, yekîtî, yekîtî, yekîtî…

……

Hincet e, zarokên Kurdan liser ‘Eqîda Îmanê û ‘Eqîda Îslamê mezin bibin. Ji bo ‘eşq û evînê, bibine mêvanê ‘Mem û Zîn’ê. ‘Nûbihara Biçûkan’ deynin ber serê xwe, ‘Ruknê Îslamê’ têxin nav dilê xwe. Li kêdera ‘Erda Xweda’ bin, ‘Dîwana Helbestan’ bidin destê xwe.

Gelî Kurdan! Min qenc hînkir zimanê dayîka xwe, hûn jî jibîr nekin, wek şîrê diya xwe. Ji bilî zimanê Kurdî, bi zimanê ‘Erebî, Farisî û ‘Usmanî jî ez dizanim. Min ev şîret li we kir, hûn jî bigrin û bela bikin di nav qewmê Kurd de.

Di sala 1707an de, min koçkir ji vê dinya derewîn. Ger rêya we bi Bazîd a Agirê ket, liser qebra min Fatîhekî bixwînin û ji min re dû’a bikin. Xêr û xweşî di gel we bin.