Ey Xayînên Serserî

Ey Xayinên serserî Bêdîn û bêbawerî Dîsa we xwe firot kê Kê hûn ji xwe re kirî   Xayinên dîn û millet Hûn bûne êş û ‘illet We wêran kir memleket Bi şiddet û agirî   Ji xizmeta kafiran Têr nabin hûn wek keran Bi emrê wan wek guran Êrîş dikin her derî   Geh karkerên Rûsan e Geh sehên Avrupan e Îro yên Emrîqan e Jê re dikin leşkerî   Dijminên warê xwe ne...

Ey Xayînên Serserî

Ey Xayinên serserî

Bêdîn û bêbawerî

Dîsa we xwe firot kê

Kê hûn ji xwe re kirî

 

Xayinên dîn û millet

Hûn bûne êş û ‘illet

We wêran kir memleket

Bi şiddet û agirî

 

Ji xizmeta kafiran

Têr nabin hûn wek keran

Bi emrê wan wek guran

Êrîş dikin her derî

 

Geh karkerên Rûsan e

Geh sehên Avrupan e

Îro yên Emrîqan e

Jê re dikin leşkerî

 

Dijminên warê xwe ne

Betalên karê xwe ne

Yarê neyarê xwe ne

Ji wan re bûne tarî

 

Ma hûnê kengê werin

Di vê riyê dagerin

Li pey riya Heq herin

Bêjin bese kafirî